Îlham Ehmed li Konferansa Stenbolê: Em dixwazin bi Tirkiyeyê re di diyalogê de bin

Dîroka Weşanê :
Îlham Ehmed li Konferansa Stenbolê: Em dixwazin bi Tirkiyeyê re di diyalogê de bin

PeyamaKurd – Hevseroka Daîreya Pêwendiyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê, Îlham Ehmed, bi rêya telekonferansê beşdarî “Konferansa Aştî û Civaka Demokratîk a Navneteweyî” ya li Stenbolê bû û peyamên giring dan.

“Şer bi dawî bû”
Ehmedê di axaftina xwe de spasiya Abdullah Ocalan kir û bandora pêvajoya nû ya li Tirkiyeyê ya li ser herêmê nirxand. Wê got: “Dema ku pêvajo li Tirkiyeyê dest pê kir, me bandora wê tavilê dît. Şer bi dawî bû. Em dixwazin bi Tirkiyeyê re di diyalogê de bin. Bila sînorên me vekin.”

Jiyana hevbeş û yekparçeyiya welat
Derbarê rewşa Sûriyeyê de, Ehmedê diyar kir ku piştî rejîma Baasê qonaxeke nû dest pê kiriye û Kurd, Ereb û Tirkmen bi hev re dijîn. Wê bersiva tawanbarkirinên cudaxwaziyê da û got:

Em piştgiriyê nadin parçebûna welatan. Ne li Sûriyeyê û ne jî li devereke din armancên me yên wisa nînin. Em baweriya xwe bi jiyana hevbeş tînin.”

Bang li Amerîkayê
Îlham Ehmedê di dawiya axaftina xwe de bang li rêveberiya Amerîkayê jî kir û got:

Ger serokê Amerîkî her tim behsa ‘aştiyê’ dike, divê ew li Tirkiye û Sûriyeyê jî behsa aştiyeke watedar bike.”