PeyamaKurd- Mîrnişînên Erebî yên Yekbûyî (Îmarat), piştî ku koalîsyona serokatiya wê Erebistana Siûdî dike, bi hinceta "şandina çekan ji bo cudaxwazan" bajarê bendera Mukallayê bombebaran kir, ragihand ku wan yekîneyên xwe yên têkoşîna dijî terorê yên li Yemenê bi daxwaza xwe vekişandine.
Wezareta Bergiriya Îmaratê diyar kir ku ev yekîneyên dawî yên di welat de bûn û bi vî awayî mîsyona wan bi dawî bûye.
Ev biryar piştî ku Serokê Konseya Serokatiya Yemenê Reşad Mihemed el-Alîmî peymana parastinê ya bi Îmaratê re betal kir û bang li hêzên Îmaratê kir ku di nava 24 saetan de welat biterikînin, hat standin. Alîmî Îmarat bi sorkirina şerê navxweyî tawanbar kiribû. Ji aliyê din ve koalîsyona Siûdî diyar kir ku du keştiyên ji Îmaratê hatine bêyî destûr ketine benderê û çek ji bo Konseya Veguhêz a Başûr (STC) anîne, lewma operasyona hewayî hatiye kirin.