PeyamaKurd- Piştî ku Serokê Amerîkayê Donald Trump, di dema hevdîtina ligel Serokwezîrê Îsraîlê Binyamîn Netanyahû de, çiraya kesk bo êrîşên Îsralî yên bo Îranê vêxist, ji Îranê jî îro bersiv hat.
Serokomarê Îranê Mesûd Pizişkiyan bertek nîşanî daxuyaniyên Trump da û got, "Komara Îslamî ya Îranê, wê bersiva her êrîşeke zalimane bi tundî bide û wan poşman bike.”
Trump gotibû, ger Îran kapasîteya xwe ya atomî û bernameya moşekî ji nû ve avadan bike, Washington, dê çalakiyên leşkerî li dijî Îranê pêk bîne.
Trump herwiha diyar kir, "Ez dibihîzim ku Îran hewl dide kapasîteya xwe ya moşekî û nukleerî ji nû ve avadan bike. Ger tiştekî wiha bibe, divê em wan tune bikin. Em ê wan li erdê rast bikin, wan jiholê rakin. Lê hêvî dikim hewceyî bi vê nebe.”