PeyamaKurd – Hikûmeta Îranê, ji ber şewata mezin a ku Daristanên Hîrkanî yên li parêzgeha Mazenderanê daye ber xwe, neçar ma ku daxwaza alîkariya bilez ji civaka navneteweyî bike.
Cîgirê Serokkomar Mihemed Cefer Qaîmpanah ragihand ku ji ber bayê xurt û eraziya çiyayî ya dijwar, çavkaniyên wan ên navxweyî têrê nakin û got, "Em hewceyê alîkariya lezgîn a welatên dost in."
Tevî hewldanên tîmên agirkuj û xwebexşan, agirê li vê mîrata cîhanî ya UNESCOyê nayê kontrolkirin û tirsa karesateke mezin a ekolojîk zêde dibe.