Îranê li NYyê hişyarî da Îsraîlê: 'Plana parçekirina Sûriyeyê heye'

Dîroka Weşanê :
Îranê li NYyê hişyarî da Îsraîlê: 'Plana parçekirina Sûriyeyê heye'

PeyamaKurd – Nûnerê Daîmî yê Îranê li Neteweyên Yekbûyî (NY), Emîr Seîd Îravanî, di civîna Konseya Ewlehiyê de hişyariyeke tund da Îsraîlê. Îravanî Îsraîl tawanbar kir ku bi êrîşên xwe yên leşkerî dixwaze Sûriyeyê parçe bike û welat bêîstîqrar bike. Lê belê pispor diyar dikin ku li pişt van daxuyaniyan, nîgeraniya Tehranê ya derbarê windakirina bandora xwe ya li Sûriyeyê heye.

Emîr Seîd Îravanî di axaftina xwe de destnîşan kir ku çalakiyên Îsraîlê gefeke rasterast li ser aştî û ewlehiya herêmî ne. Îravanî êrîşa 28ê Mijdarê ya li ser bajarokê Beyt Janê bi bîr xist, ku tê de 13 sivîl hatibûn kuştin, û got:

Ev ne parastin e, lê beşek ji planeke demdirêj e ku armanc dike yekparçeyiya Sûriyeyê qels bike."

Çavdêrên siyasî balê dikşînin ser wê yekê ku piştî hilweşandina rejîma Beşar Esed, "Mihwera Berxwedanê" ya Îranê derbeke giran xwariye. Sûriye bi salan wekî baregeha stratejîk û xeta lojîstîkî ya di navbera Tehran û Hizbullahê de dihat bikaranîn. Lê niha, bi hilweşandina rejîma berê re, ev avahî ji hev ketiye û Îsraîl bi êrîşên asmanî û operasyonên sînorî rê li ber birêxistinbûna nû ya Îranê digire.

Rêveberiya nû ya li Şamê niha bi Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) re li ser mijarên ewlehiya sînor, ji nû ve avakirina welat û têkoşîna li dijî DAIŞê hevdîtinan dike. Ji bo Tehranê, îhtîmala rêkeftineke ewlehiyê di navbera Sûriye û Îsraîlê de wekî "kabûseke stratejîk" tê dîtin. Ev yek tê wateya qutbûna temamî ya têkiliya Îranê bi herêma Deryaya Navîn û Hizbullahê re.

Her çiqas Rêberê Îranê Ayetullah Elî Xameneyî hilweşandina Esed wekî "komployeke Amerîkî-Îsraîlî" pênase bike jî, daxuyaniyên nûnerên Îranê yên li NYyê nîşan didin ku Tehran her ku diçe dikeve pozîsyoneke parastinê. Pispor bawer dikin ku Îran bi van daxuyaniyan hewl dide qelsbûna xwe ya li qada Sûriyeyê veşêre û eniyeke dîplomatîk li dijî berfirehbûna bandora Îsraîlê ava bike.