Li Balikesîrê droneke din ket xwarê: Trafîka dronan fikarên ewlehiyê zêde dike

Dîroka Weşanê :
Li Balikesîrê droneke din ket xwarê: Trafîka dronan fikarên ewlehiyê zêde dike

PeyamaKurd – Li navçeya Manyasê ya Balikesîrê, droneke ku nasnameya wê hîn nehatiye tespîtkirin li zeviyeke vala ket xwarê û tîmên ewlehiyê xistin alarmê. Welatiyên li taxa Salurê piştî ku drona li ser erdê dîtin, tavilê cendirme agahdar kirin. Hêzên cendirmeyan li cihê bûyerê tedbîrên ewlehiyê girtin û piştî lêkolînên destpêkê, drona ketî ji bo lêkolîneke teknîkî ya hûrgulî şandin navenda Enqerê.

Bûyera li Balikesîrê di nava hefteyeke dawî de dibe sêyemîn car ku li ser axa Tirkiyeyê dronên biyanî an nenas tên dîtin. Tenê rojek berê, li bejahiya navçeya Îzmîtê ya Kocaeliyê jî droneke din ketibû xwarê û Wezareta Karên Navxweyî ragihandibû ku ev amûr ji cureyê Orlan-10 e û çêkirina welatê Rûsyayê ye.

Her wiha di 15ê Kanûnê de jî aloziyeke din di qada hewayî de derketibû holê. Droneke ku ji aliyê Deryaya Reş ve ketibû nav sînorên hewayî yên Tirkiyeyê, li ser asmanê Enqerê ji aliyê balafirên şer ên F-16 ve hatibû şopandin û li nêzî navçeya Elmadagê hatibû xistin. Wezareta Parastina Neteweyî diyar kiribû ku ji bo parastina ewlehiya can û malê welatiyan, ev drona ku ji kontrolê derketibû bi mûşekan hatiye jinavbirin. Rayedar niha lêkolîn dikin ka peywendiyek di navbera van hersê bûyerên dronan de heye an na.