Iraq û Tirkiye pêsnûmeya enerjiyê amade dikin: Amadekarî ji bo sala 2026an

Dîroka Weşanê :
 Iraq û Tirkiye pêsnûmeya enerjiyê amade dikin: Amadekarî ji bo sala 2026an

PeyamaKurd – Têkiliyên enerjiyê yên di navbera Tirkiye û Iraqê de derbasî qonaxeke nû dibin. Rayedarên her du welatan li Enqerê civiyan da ku li şûna peymana kevnar a nîv sedsalî, peymaneke nû ya berfireh amade bikin ku veguhestina petrol û gazê misoger dike.

Li gorî daxuyaniya Wezareta Petrolê ya Iraqê, şandeyeke bilind a Iraqê roja Sêşemê (18ê Mijdarê) li Enqerê bi hempîşeyên xwe yên Tirk re civiya. Serokatiya şandeya Iraqê ji aliyê Cîgirê Wezîrê Petrolê Basim Mihemed Hudayir ve, ya Tirkiyeyê jî ji aliyê Cîgirê Wezîrê Enerjiyê Ahmet Berat Çonkar ve hat kirin.

Di civînê de atmosfereke erênî serdest bû û aliyan li ser pêşnûmeya peymaneke nû gihîştin rêkeftineke prensîbê.

Peymana heyî ya boriya petrolê ya ku di sala 1973yan de hatibû îmzekirin û 52 sal in di meriyetê de ye, di 27ê Tîrmeha 2026an de bi dawî dibe. Enqere û Bexda armanc dikin ku beriya vê dîrokê çarçoveya hevkariyê berfireh bikin.

Peymana nû tê plankirin ku ne tenê veguhestina petrola xav, lê belê projeyên gaza xwezayî jî bigire nav xwe.

Armanca sereke ew e ku xeta boriya Iraq-Tirkiyeyê (ITP) careke din were aktîfkirin û bi kapasîteya xwe ya tam bixebite. Her du alî dixwazin bi vê peymanê berjewendiyên hevpar biparêzin û hevkariya stratejîk a demdirêj ava bikin.