PeyamaKurd – Îsraîl Mizgefta Îbrahîm girt û li bajarê kevin li El Xelîle bo Fîlîstîniyan derketina kolanan qedexe kir.
Çalakvan ragihandin ku qedexe bi sedema bineciyên nerewayeye û bo Yahûdî cejna xwe pîroz bikin e.
Ji Komîta Rêvebiriya Rêxistinên Civaka sîvîl Arif Cabir ragihandiye ku ji siba roja Înê de, temamê rêyên çûn û hatinan girtiye, leşker ciyên kontrolan girtine û gelek Fîlîstînî nikaribûne dagerin malên xwe û şeva xwe li malên mirovên xwe derbas kirine.