Li bajarê Orduyê sivan di berfê de asê man

Dîroka Weşanê :
Li bajarê Orduyê sivan di berfê de asê man

PeyamaKurd – Li bilindahiya bajarê Ordu ya ber peravên Derya Reş berfa ku bariya kir ku şivan Arslan Arıcan û kurê wî bi 450 heywanên biçûk ve asê bimînin.

Piştî têkoşîneka dûr û dirêj, bi vekirina rêyên zozanan karibûn ber destê êvarê xwe bigihînin gundê Musaliyê.

Wexta daketina şivan û ajalên wan hatiye ku ji zozanan dakevin ciyên nizim lê carna jinîşka de baran û berf dibare û perîşan dibin.

Zozanên ku şivanên navborî lê bûn yên bi navên Keyfalanê û Utluce Obası girêdayê navça Mesudiye ne û li ser bajarê Ordu ne.

Şaredariyên bajarên der û dorê heya rê ji berfê vekirin, şivan û ajal tev perîşan bûn.