PeyamaKurd – Artêşa Rûsyayê şeva borî êrîşeke asmanî ya pir dijwar bir ser paytexta Ûkraynayê, Kîevê. Şaredarê bajêr Vitaliy Klitschko ragihand ku di encama van êrîşan de 22 kes birîndar bûne ku du ji wan zarok in. Êrîşê zirarên mezin gihandin avahiyên niştecîhbûnê, binesaziya tramvayê û pergala enerjiyê ya bajêr, ku bû sedema derketina agir li gelek deveran.
Ji ber zirara giran a li binesaziya enerjiyê, li Kîevê krîzeke mezin a germkirinê dest pê kir. Klitschko diyar kir ku di nava sermaya zivistanê de zêdetirî 2,600 xanî, 187 baxçeyên zarokan, 138 dibistan û 22 saziyên civakî bê germkirin û elektrîk mane. Tîmên rizgarkirinê li taxên ku agir pê ketiye xebatên xwe berdewam dikin, lê xetereya êrîşên nû hîn jî li ser bajêr heye.
Serokkomarê Ûkraynayê Volodîmîr Zelenskî derbarê êrîşê de daxuyand ku Rûsyayê di nava şevê de nêzîkî 500 drone û 40 fuzeyên cuda ber bi Ûkraynayê ve avêtine û hedefa wan a sereke Kîev û binesaziya sivîl bûye. Zelenskî bal kişand ser danûstandinên aştiyê yên ku bi navbeynkariya Amerîkayê tên kirin û pirsî:
Bersiva Rûsyayê ya li hemberî pêşniyarên aştiyê yên Amerîka û cîhanê ev e?"
Zelenskî eşkere kir ku ew ê ji bo zêdekirina zextên li ser Moskowê, îro û sibê bi Donald Trump û rêberên Ewropayê re hevdîtinên girîng pêk bîne.