PeyamaKurd – Li parêzgeha Humsê ya Sûriyeyê, duhdi encama êrîşeke bombeyî de ku Mizgefta Elî Bin Ebî Talib hedef girt, herî kêm 8 kesan jiyana xwe ji dest dan û 18 kesên din jî birîndar bûn.
Wezareta Tenduristiyê ya rejîma demkî ya Sûriyeyê hejmara qurbaniyan piştrast kir, dema ku ajansa nûçeyan a fermî SANAyê ragihand ku li gorî lêkolînên destpêkê, teqîn bi rêya teqemeniyên ku di hundirê mizgeftê de hatibûn bicihkirin pêk hatiye.
Wezîrê Navxweyî yê hikûmeta demkî ya Sûriyeyê, Enes Xetab, bi daxuyaniyekê bertek nîşanî vê komkujiyê da û soz da ku berpirsiyarên êrîşê dê hesab bidin. Xetab diyar kir ku hedefgirtina dêreke li Şamê di demên dawî de û niha jî hedefgirtina mizgefteke li Humsê, hewildaneke ji bo têkbirina ewlehiya neteweyî û şikandina hevgirtina civakî ya welat e.
Wezîrê Navxweyî sersaxî ji malbatên qurbaniyan re xwest û destnîşan kir ku ew ê bi hemû hêza xwe li dû kujeran bin û wan radestî dadgehê bikin. Ev êrîşa xwînawî di demekê de pêk tê ku Sûriye di pêvajoyeke hesas a veguhastina siyasî û hewildanên ji bo îstîkrarê de derbas dibe.