Koreya Bakur hişyariya "nukleerê" da Japonyayê

Dîroka Weşanê :
Koreya Bakur hişyariya "nukleerê" da Japonyayê

PeyamaKurd - Koreya Bakur ragihand ku divê niyeta Japonya ya bidestxistina çekên nukleerî "bi tevahî were astengkirin".

Medyaya dewleta Koreya Bakur KCNA diyar kir ku divê xwestekên Japonya yên bidestxistina çekên nukleerî "bi tevahî werin astengkirin".

KCNA destnîşan kir ku Japonya bi zelalî niyeta xwe ya bidestxistina çekên nukleerî nîşan daye û ev yek di daxuyaniyên wê yên li ser nirxandina sê prensîbên ne-nukleerî de eşkere ye.

Raport, ku şîroveyên rayedarên siyaseta derve ya Koreya Bakur vedibêje, tekez kir ku ev pêşketin gefek cidî li ser ewlehiya herêmî çêdike.