Li Bender Abada Îranê teqînek çêbû: 4 mirî û 10 birîndar hene

Dîroka Weşanê :
Li Bender Abada Îranê teqînek çêbû: 4 mirî û 10 birîndar hene

PeyamaKurd – Li Başûrê Îranê li eyalata Hurmizê bajarê Bender Abadê, di apartmanekî de teqîn çêbû û li gor encama niha; 4 kes mirin û 10 kes birîndar bûn. Teqîn di apartmanekî de çêbû.

Tê gotin ku hedef kuştina fermandarekî Îranî bûye lê artêşa Îranê mijara hewla kuştina fermanderê xwe derewand.

Rayedarên Îranê radigihînin ku ti têkiliya teqînê bi hewla kuştina leşkerî an rayedarekî Îranê di asta bilind de tineye. Apartmana tê de teqîn çêbûye 8 qate û heya niha sedema teqînê nehatiye zanîn.

Her çendîn DYA hêzên xwe biriye Kendavê û îhtîmal heye di navbera Îran û DYA de şer çêbibe jî dibêjin ti têkiliya teqînê bi şer nîne.