PeyamaKurd – Di çarçoveya operasyona mirovî ya ji bo Rojavayê Kurdistanê û Sûriyeyeyê de, Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî (BCF) yekem karwanê alîkariyê gihand taxên Eşrefiye û Şêx Meqsûd ên Helebê.
Ev alîkariyên lezgîn îro, 31ê Rêbendana 2026an, li ser 600 malbatên Kurd û koçberên li van her du taxan hatin dabeşkirin.
BCFyê bi daxuyaniyekê diyar kir ku armanca wan “piştgirîkirina malbatên mexdûr” û dabînkirina pêdiviyên wan ên sereke ye.
Di nav pakêtên alîkariyê de betanî, doşek, xwarin, kelûpelên paqijiyê û bi taybetî şîr û paçikên pitikan cîh digirin.
Li gorî amarên dawî, Dezgeha Barzanî heta niha bi 255 kamyonan alîkarî gihandiye bajarên cuda yên Rojavayê Kurdistanê û nêzîkî 8,000 malbatan ji vê “pira mirovî” îstifade kiriye.