Li dijî cîhadîstan seferberî hate ragihandin

Dîroka Weşanê :
Li dijî cîhadîstan seferberî hate ragihandin

PeyamaKurd- Encûmena Leşkerî ya welatê Nîjerê ji bo şerê li dijî “cîhadîstan” seferberiya giştî ragihand.

Ajans France Press (AFP) ku agahiyên xwe dispêre daxuyaniya hikumeta Nîjerê da xuyakirin: “Encumena Leşkerî ya Nîjerê seferberiya giştî ji bo şerê li dijî “cîhadîstan” li welêt ragihandiye.”

Hate diyarkirin, piştî civîna encûmenê, hikûmetê ragihand ku li gorî qanûnan, dibe ku kes, milk û xizmet di dema seferberiya giştî de werin bikaranîn. Hate gotin ku ev biryar ji bo parastina welat e.