Li Îranê 139 biyanî bi hinceta protestoyan hatin girtin

Dîroka Weşanê :
Li Îranê 139 biyanî bi hinceta protestoyan hatin girtin

PeyamaKurd- Polîsê Îranê ragihand ku li parêzgeha Yezdê 139 kesên biyanî bi hinceta beşdarbûna xwepêşandanên li dijî hikûmetê hatine girtin.

Berpirsê Polîsê Yezdê Ehmed Negehban îdia kir ku ew kes di organîzekirin û sorkirina çalakiyan de çalak bûne û bi torên derveyî welat re di peywendiyê de bûne.

Li gorî amarên Saziya Şehîd û Birîndarên Îranê di van bûyeran de bi giştî 3 hezar û 117 kesan jiyana xwe ji dest dane ku beşeke mezin ji wan wekî "şehîd" hatine binavkirin, lê rêxistinên mafên mirovan ên wekî HRANA radigihînin ku hejmara girtiyan nêzî 50 hezarî ye û navê zêdetirî 10 hezar kuştiyan jî hatiye tomarkirin.