PeyamaKurd- Protestoyên ku li Îranê ji ber bihayî û pirsgirêkên aborî dest pê kirine, di roja çaremîn de berfireh bûn û li parêzgeha Loristanê şer û pevçûn di navbera xwepêşanderan û hêzên rejîmê de derket,
Di encama aloziyan de endamekî hêzên ewlehiyê bi navê Emîr Huseyîn Hudayarîferd jiyana xwe ji dest da û 7 kes jî bi tohmeta "têkiliya bi komên derveyî welat û amadekirina çalakiyên tundûtûjiyê" hatin binçavkirin.
Serokomarê Îranê Mesûd Pezeşkiyan li ser nerazîbûnên gel axivî û berpirsyariya krîzê girt ser milê rêveberiyê. Herwiha Pezeşkiyan diyar kir ku eger gel ne razî be sûcdar ew in û nabe ku ew li sûcdaran li Amerîkayê bigerin.
Herwiha Parêzgarê Tehranê Mihemed Sadiq Mutemediyan jî destnîşan kir ku xwepêşandan mafekî rewa ye, lê heta ku ewlehiya giştî neyê xirabkirin.
Li aliyê din rêxistinên mafên mirovan ên Îranê dibêjin ku hêzên Îranê bi tundî bersiva protestoyan didin û heta niha bi dehan welatî ji ber beşdariya xwepêşandanan hatine binçavkirin.