PeyamaKurd- Hate ragihandin ku li ser sînorê Bakur û Başûrê Kurdistanê, li nêzîkî gundê Robozîkê yê navçeya Qilaban a bajarê Şirnexê, kesekî ji Başûrê Kurdistanê di nav berfê de mirî hate dîtin.
Li gorî zanyariyan, ew kesê dixwest derbasî aliyê Bakurê Kurdistanê bibe, di nav berfê de asê maye û jiyana xwe ji dest daye.
Muxtarê gundê Robozîkê Sebrî Encû ji Rûdawê re gotiye, malbata wî kesî pêwendî bi wî re kiriye û jê re gotiye ku kurê wan herî dawî dema bi wan re axiviye, ragihandiye ku ew nêzîkî 5 kîlometreyan dûrî gundê Robozîkê, di navbera du xalên leşkerî de asê maye û rewşa wî nebaş e. Piştî wê pêwendiyê, têkiliya wî kesî bi malbata wî re qut bûye.
Hate zanîn ku di encama xebatan de termê wî kesî nêzîkî 5 kîlometreyan dûrî gundê Robozîkê li devera Heftenînê hatiye dîtin.
Hêjayî gotinê ye, her çi qasî termê wî ciwanî hatibe dîtin jî ji ber şert û mercên dijwar ên hewayê û berfa zêde, tîman heta niha nekarîne term ji wê deverê bînin.