PeyamaKurd- Li piraniya bajarên Bakurê Kurdistanê yên Wan, Colemêrg, Bedlîs, Çewlîg, Xarpêt, Sêrt, Şirnex, Batman, Mêrdîn û Mûşê, ji ber pêla dijwar a berfbarînê ku ev 3-4 roj in berdewam dike, jiyana hate asta rawestînê.
Li gorî zanyariyên dawî, ji ber berf û pûkê rêyên 3 hezar û 450 gundan hatine girtin û xelk di malên xwe de asê maye. Bi taybetî li bajarê Colemêrgê stûriya berfê gihîştiye 50 santîmetreyî û li navçeya Elkê ya Şirnexê jî ev rêje nêzî metreyekê bûye, ku bûye sedema qutbûna elektrîkê û zehmetiyên mezin ji bo welatiyan.
Rêyên bi hezaran deveran girtî ne
Rewşa herî giran li Wanê tê dîtin ku li wir rêyên 671 gundan hatine girtin. Li Colemêrgê jî ji ber ketina aşitê, rêya sereke ya di navbera navend û navçeya Çelê de hat girtin û li navçeyên wekî Gever û Şemzînanê trafîk rawestiyaye.
Li bajarên din ên wekî Xarpêtê rêyên 536 gundan, li Batmanê 507 û li Mûşê 344 rêyên gundewaran hatine girtin, ku ev yek nîşan dide bê ka berfê çawa gihandin û peywendiya di navbera bajaran de qut kiriye. Li bajarê Diyarbekirê jî çûnûhatina nava bajêr gihîştiye asta rawestînê û li gundewaran jî çûnûhatina bi otomobîlan zehmet bûye.
Ji rayedaran hişyarî
Li gelek deveran welatî ji bo ku banên xaniyên wan neruxin, bi derfetên xwe berfa li ser banan paqij dikin. Tevî xebatên tîman jî, ji ber berdewamiya barîna berfê û sermayê, xebat bi zehmetî dimeşin û rayedar hişyariyê didin welatiyan ku heta neçar nebin ji malên xwe dernekevin.