Li Iraqê civînên diyarkirina namzedên Serokê Parlamentoyê dest pê dikin

Dîroka Weşanê :
Li Iraqê civînên diyarkirina namzedên Serokê Parlamentoyê dest pê dikin

PeyamaKurd- Endamê Hevpeymaniya Ezimê Selah Merawî Yekşemê 14ê Kanûnê ji rojnamevanan re eşkere kir: "Civînek dê li bingeha Hevpeymaniya Ezimê bê lidarxistin, da ku biryar li ser hilbijartina yek an du berbijaran ji bo posta Serokê Parlamentoyê bê dayîn."

Selah Merawî got: "Niha ne mimkin e ku şansê berbijaran bê nîqaşkirin ji ber ku nîqaş hîn jî berdewam in û li ser navan tu lihevkirinek nehatiye kirin."

Endamê Hevpeymaniya Siyadeyê Selah Kubeysî jî ragihand: "Pênc aliyên di nav Encûmena Siyasî ya Neteweyî de hîn jî di pêvajoya hevfêmkirinê de ne, ji bo hilbijartina berbijarekî ji bo Serokê Parlamentoyê yê bê."

Selah Kubeysî diyar kir: "Piraniya aliyan berbijarên xwe hene. Divê ew bigihîjin qonaxeka yekdengî û hevfêmkirinê, da ku yek an du berbijaran ji bo posta Serokê Parlamentoyê pêşkêş bikin."

Kubeysî red kir ku, "tu duberekiyek di navbera wan aliyan de li ser diyarkirina posta Serokê Parlementoyê yê bê hebe, belkî zêdetir hevfêmkirin û hevparî di navbera wan de mezintir e."

Selah Kubeysî da zanîn ku qonaxa nakokiyên medyayî û gotinên dijminane di navbera aliyên siyasî yên Suneyan de bi dawî bûye.