Li Iraqê ji bo kontrolkirina çekan komîteyeke bilind tê damezrandin

Dîroka Weşanê :
Li Iraqê ji bo kontrolkirina çekan komîteyeke bilind tê damezrandin

PeyamaKurd – Li Iraqê biryar hate dayîn ku "Komîteya Hevrêziya Bilind" were damezrandin da ku hemû çek bikevin bin kontrola dewletê. Ev komîte dê çavdêriya berhevkirina çekên bêdestûr, cebilxaneyên giran û balafirên bêpîlot (UAV) bike.

Li gorî planê, piştî avakirina hikûmeta nû "Qanûna Bêçekkirinê" dê were derxistin. Di berdêla danîna çekan de, hinek komên Şîe daxwaza parastina baregehên xwe û girtina meqamên girîng di hikûmeta nû de dikin.

Her çend komên wekî Esayîb Ehl el-Heq daxwaza bêçekbûnê qebûl kiribe jî, Ketaîb Hizbullah û Tevgera Nuceba şertê vekişîna hêzên Amerîkî danîne û bêçekbûnê red dikin. Amerîkayê piştgiriya xwe bo vê pêngava Bexdayê diyar kir û ew wekî pêngaveke "erênî" bi nav kir.