PeyamaKurd – Parêzgarê Hewlêrê Umêd Xoşnaw ragihand ku piştî 15 salan, pêvajoya dabeşkirina erdan a li karmendan careke din dest pê kiriye. Di qonaxa yekem a vê pêvajoyê de 2 hezar fermanber dê erd wergirin.
Li gorî daxuyaniyê, ev biryar li ser fermana Serokwezîr Mesrûr Barzanî hatiye girtin û karmendên sektorên leşkerî, sivîl û yên bi peyman (kontrat) li xwe digre. Parêzgar Xoşnaw diyar kir ku armanca wan a stratejîk dabeşkirina 120 heta 125 hezar parsel erd e.
Xoşnaw her weha destnîşan kir ku erdên hatine amadekirin bi awayekî nûjen hatine dîzaynkirin û hemû xizmetguzariyên giştî li wan deran hatine bicîhkirin. Fermanberên bi peyman jî dê piştî temambûna rênmayiyên yasayî ji vê mafî sûd werbigrin.