PeyamaKurd – Li gor çavkaniyên ewlehiyê û berpirsên Lubnanî, doh êvarê di êrîşeke asmanî ya Îsraîlê de berpirsekî Hizbullahê hat kuştin. Ajansa Nûçeyan a Neteweyî ya Lubnanê ragihand ku balafireke bêfirokevan a Îsraîlî li Mansûrê li başûrê Lubnanê otomobîla wî berpirsê Hizbullahê kiriye armanc û şewitandiye.
Wezareta Tenduristiyê ya Lubnanê piştrast kir ku di êrîşê de sivîlek jî miriye. Ajansa Nûçeyan a Neteweyî diyar kir ku kesê hatî kuştin rêvebirê dibistana giştî ya bajêr bûye. Çavkaniyeke ji Îstîxbarata Artêşa Lubnanê ji Ajansa Şînhwayê re ragihand ku qurbanî, ji bilî rêvebirê dibistanê, di heman demê de berpirsekî Hizbullahê jî bûye.
Tevî agirbesta di navbera Hizbullah û Îsraîlê de ku ji 27ê Mijdara 2024an ve di meriyetê de ye, aloziya li ser sînorê başûrê Lubnanê didome. Artêşa Îsraîlê car caran ji bo "rakirina gefan" li dijî endamên Hizbullahê li başûrê Lubnanê êrîşên asmanî pêk tîne.