Li Odessayê di êrîşa mûşekî ya Rûsyayê de 8 kes hatin kuştin

Dîroka Weşanê :
Li Odessayê di êrîşa mûşekî ya Rûsyayê de 8 kes hatin kuştin

PeyamaKurd – Artêşa Rûsyayê bi mûşekan êrîşî binesaziya bendergehê ya herêma Odessa ya Ûkraynayê kir. Di encama vê êrîşê de karesateke mirovî pêk hat; 8 kesan canê xwe ji dest dan û 27 kes jî birîndar bûn.

Servîsa Awarte ya Dewleta Ûkraynayê (DSNS) ragihand ku mûşekên Rûsyayê rasterast bendergeha bajêr û binesaziya derdorê kirine armanc.

Li gorî daxuyaniyê, di dema teqînan de hinek ji qurbaniyan di hundirê otobusekê de bûn. Her wiha, ji ber dijwariya êrîşê, kamyonên li parkkirinê agir girtin û gelek otomobîlên sivîl zirar dîtin.

Hevdemê êrîşa li ser Odessayê, artêşa Rûsyayê bi balafirên bêmirov (UAV) êrîşî bajarê Mykolaivê jî kir. Hat diyarkirin ku di vê êrîşê de binesaziya sivîl a bajêr hatiye hedefgirtin.

Fermandariya Hêza Hewayî ya Ûkraynayê hişyarî da welatiyan ku gefa êrîşên mûşekî û hewayî li ser gelek herêmên welat berdewam dike û daxwaz kir ku tedbîrên ewlehiyê bên girtin.

Şerê di navbera Rûsya û Ûkraynayê de di van rojên dawî de bi êrîşên li ser bendergeh û binesaziyên enerjiyê dijwartir bûye.