Medya Amerîkî: Wê Trump û Zlenskiy li Mar-a-Lagoyê bicivin

Dîroka Weşanê :
Medya Amerîkî: Wê Trump û Zlenskiy li Mar-a-Lagoyê bicivin

PeyamaKurd- Li gorî nûçeya malpera nûçeyan a Axiosê ya Amerîkî ku dispêre rayedarên Ukraynayî; Serokê Amerîkayê Donald Trump dê roja Yekşemê li kompleksa xwe ya bêhnvedanê ya Mar-a-Lago ya li Floridayê, Serokê Ukraynayê Volodimir Zelenskiy pêşwazî bike.

Dema ku hevdîtinên aştiyê yên Ukraynayê hefteya borî li bajarê Miami ya DYAyê pêk dihatin, eyaleta Floridayê xwe ji bo mazûvaniya lûtkeyeke nû re amade dike.

Di nûçeya Axiosê de hat diyarkirin ku Trump dê Zelenskiy roja Yekşemê li Florida pêşwazî bike.

Li gorî nûçeya Axiosê; rayedarekî pilebilind ê Amerîkî ku nexwest navê wî bê eşkere kirin, hevdîtinên li Miamiyê yên bi Sekreterê Konseya Ewlehî û Parastinê ya Neteweyî ya Ukraynayê Rustem Umerov û Nûnerê Taybet ê Serokê Rûsyayê Kirill Dmitriev re wekî "erênî û avaker" pênase kir.