PeyamaKurd – Şansolyeyê Almanyayê Friedrich Merz, li Hindistanê tundiya rejîma Îranê ya li dijî xwepêşanderan şermezar kir. Merz diyar kir ku bikaranîna hêzê ne nîşana hêzê, lê nîşana "qelsiyê" ye û bang kir ku tundî demildest bi dawî bibe.
Merz pesnê wêrekiya gelê ku ji bo azadiyê li ser piyan e da û diyar kir ku xwepêşandanên aştiyane mafekî xwezayî ne.
Li gorî daneyên Ajansa Nûçeyan a Çalakvanên Mafên Mirovan (HRANA), di serhildanan de heta niha herî kêm 544 kes hatine qetilkirin û nêzî 10 hezar û 700 kes jî hatine girtin.
Şansolyeyê Alman uê ku berê rejîma Îranê wekî "rejîmeke terorîst" bi nav kiribû, piştgiriya xwe ya ji bo bidawîbûna vê pergalê careke din anî ziman.