Wezîrê Îsraîlê bang li YEyê kir: Hûnê Kengî li dijî Îranê bikevin tevgerê?

Dîroka Weşanê :
Wezîrê Îsraîlê bang li YEyê kir: Hûnê Kengî li dijî Îranê bikevin tevgerê?

PeyamaKurd- Wezîrê Derve yê Îsraîlê Gideon Saar, dewletên Yekîtiya Ewropayê (YE) bi "pasîfbûnê" tawanbar kir û bang li wan kir ku li dijî rejîma Îranê gavan bavêjin.

Wezîrê Derve yê Îsraîlê Gideon Saar, rexne li helwesta Ewropayê ya li hemberî Îranê girt û destnîşan kir ku tevî hemû binpêkirinên mafên mirovan û çalakiyên terorîstî, Ewropa hê jî li hemberî Tehranê bêdeng dimîne.

‘Artêşa Pasdaran wek rêxistina terorê pênase bikin’

Saar, di daxuyaniya xwe ya li ser Xê de bal kişand ser helwesta Yekîtiya Ewropayê û wiha got: "Yekîtiya Ewropayê, tevî ku her gav behsa dilsoziya xwe ya bi nirxên demokrasî, azadî û aştiyê dike, demeke pir dirêj e ku xwe ji binavkirina Artêşa Pasdaran a Îranê (Sipah-î Pasdaran) wekî rêxistineke terorîst dûr dixe."

‘Rejîm gelê xwe qetil dike’

Gideon Saar di berdewamê de diyar kir ku Artêşa Pasdaran ne tenê li Rojhilata Navîn, li seranserê cîhanê terorê belav dike. Saar anî ziman ku ev hêz niha bi heman rêbazên hov, êrîşî gelê xwe dike û got:"Hûnê kengî bikevin tevgerê? Ma ji bo hûn gavan bihavêjin divê çi bibe?"