PeyamaKurd- Serok Mesûd Barzanî derbarê kampanyayên li dijî hemwelatiyên Ereb ên Sûriyeyî yên li Herêma Kurdistanê de daxuyaniyek belav kir.
Serok Barzanî Barzanî diyar kir ku ev tevger li dijî nirxên gelê Kurdistanê û siyaseta fermî ya saziyên herêmê ne.
Serok Barzanî bal kişand ser rûdanên çend rojên borî yên li bajarê Helebê û got ku mixabin li hinek dezgehên medyayê, medyaya civakî û navendên din de li dijî hemwelatiyên Ereb ên Sûriyeyî yên li Herêma Kurdistanê dijîn kampanya hatine destpêkirin.
Barzanî teqez kir ku ev cure tevger û nêzîkatî ne di cihê xwe de ne û bi ti awayî bi prensîb û nirxên gelê Kurdistanê re naguncin û li dijî siyaseta giştî ya dezgehên Herêma Kurdistanê ne.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku di rastiyê de nabe berpirsyariya tawanên hinek kesan bixin stûyê kesên din ku ti pêwendiya wan bi wan tawanan re nîne.
Serok Barzanî got, "Divê rêz li wan penaber û hemwelatiyên Ereb ên Sûriyeyî were girtin ku xwe spartine Herêma Kurdistanê û li vir dijîn."
Serok Mesûd Barzanî daxwaz kir ku divê yekser dawî li van kampanyayên nehêja were anîn û bangî aliyên peywendîdar kir ku rê li ber dubarebûna van cure tevger û nêzîkatiyan bigirin.