Mînîbus ji bilindahiya 5 metreyan ket jêr: 17 kes birîndar bûn

Dîroka Weşanê :
Mînîbus ji bilindahiya 5 metreyan ket jêr: 17 kes birîndar bûn

PeyamaKurd – Li bajarê Karabukê mînîbusa ku xwendevanên Senegalî yên zankoyê hildigirt û ew dibirin Navenda Şematekê ya Keltepe, ajotvan desthilata xwe wenda kir û ji bilindahiya 5 metreyan ket ser rêya jêr. Di qezayê de 17 kes birîndar bûn.

Xwendevanên Senegalî di dawiya heftê de diçûn navenda şematekê. Qeza di 16.30an de çêbû û xwendevan bi temamî yên zankoyê bûn.

Li ser qezayê, tîmên cendirmeyan, tenduristiyê, îtfaiye, UMKE û AFADê çûn ciyê bûyerê. 16 birîndarên xwendevan û ajotvanê mînîbusê bi ambûlansan birin nexweşxana perwerdê û lêkolînê ya Zankoya Karabukê.