Mithat Sancar: Wezareta Dadê ji bo yasayan amadekariyên mezin dike

Dîroka Weşanê :
Mithat Sancar: Wezareta Dadê ji bo yasayan amadekariyên mezin dike

PeyamaKurd- Endamê Şanda Dem Partiyê ya Îmraliyê Mihtah Sancar, piştî hevdîtina îro 23yê Kanûnê ya bi Wezîrê Dadê yê Tirkiyeyê Yilmaz Tunç re ragihand, wan mijarê avêtina gavên yasayî ji bo pêvajoya çareseriyê nîqaş kiriye û got, “Em dixwazin aştî bi qanûnan bê nîqaşkirin û tim li ser zemîna dadperweriyê be.”

Sancar got ku, di Wezareta Dadê de ji bo pêvajoya aştiyê amadekariyên mezin hene û ew dixwazin pêvajoya aştiyê bi qanûnê were misogerkirin û mayînde kirin.

Mîthat Sancar diyar kir: “Me mijarên dadperwerî û mafnasiyê gotûbêj kirin. Di derheqê derxistina qanûnên vê pêvajoyê de jî, me nêrînên xwe bi hev guhertin.”

Herwiha Sancar anî ziman: “Aştî bi garantiyên qanûnî mayînde dibe. Em dixwazin zemîna qanûnî ji bo aştiyê pêk were. Wezareta Dadê agahî dan û me jî dît ku amadekariyên berfireh hene.”