Nûnerê Amerîkayê Savaya: Divê li Iraqê feformên girîng bêne kirin

Dîroka Weşanê :
Nûnerê Amerîkayê Savaya: Divê li Iraqê feformên girîng bêne kirin

PeyamaKurd- Nûnerê Taybet ê Amerîkayê li Iraqê Mark Savaya, ragihand ku tevî pêşketinên ku Iraqê bi dest xistine, hîn jî pêdivî bi zêdetir reformên girîng heye.

Savaya îro 25ê Mijdarê li ser tora civakî ya Xê nivîsî ku Amerîka demeke dirêj e piştgiriya dezgehên ewlehiyê yên rewa yên Iraqê dike û dê li ser xurtkirina ewlehî û serweriya wî welatî berdewam be.

Savaya diyar kir ku Iraqê di bizavên hevpar ên şikandina DAIŞê û xurtkirina aramiya herêmî de pêşketineke rastîn bi dest xistiye, lê tekez kir ku tevî wê yekê jî, divê reformên girîng bên kirin. Savaya herwiha bal kişand ser şîrketên Amerîkî, ku bi milyaran dolar ji bo alav û piştgiriyê dabîn kirine. Savaya da zanîn ku ew Iraqê wek hevparên sereke dibînin.

Mark Savaya hefteya borî jî diyar kiribû ku ew li bendê ye di demek nêzîk de serdana Iraqê bike û bi serkirdeyên payebilind ên iraqî re bicive. Savaya gotibû ku Iraqê di sê salên borî de pêşketineke girîng bi dest xistiye û hêvî dike ku ev pêşketin di mehên pêş de jî berdewam bike û ew pêvajoya avakirina hikûmeteke nû ji nêz ve dişopînin.