Sûriye | Li Hûms û Laziqiyê xwepêsander gulebaran kirin

Dîroka Weşanê :
Sûriye | Li Hûms û Laziqiyê xwepêsander gulebaran kirin

PeyamaKurd- Hate ragihandin ku xwepêşandêrên ku li dijî tundiya vê dawiyê ya li bajarê Humsê û Laziqiyê derketin qadan, ji aliyê hêzên ewlehiyê yên girêdayî hikûmeta Sûriyê ve hatin gulebarankirin.

Li gorî çavkaniyen xwecihî yên Laziqiyê, pêkhateya Elewî, bi armanca şermezarkirina tundî û êrîşên vê dawiyê yên li Humsê çêbûne, li Çerxerêya Zîraa çalakiyek li dar xist. Lê komeke ciwanan bi keviran êrîşî kombûnê kir, piştre gule hatin avêtin û çend xwepêşandêr birîndar bûn.

Li Humsê jî komekê bi heman rengî bi ço û kêran êrîşî xwepêşandêran kir, birîndar çêbûn û rasterast gule li xwepêşandêran barandin.

Tê gotin ku piştî xwepêşander hatin gulebarankirin, li hemû bajar û bajarokên di bin kontrola hikumeta Sûriyê de tevgereke zêde ya hêzên leşkerî çêbûye.