Yekîtiya Zanayên Îslamî: "Zilma li ser Kurdên Helebê li dijî Şerîetê ye"

Dîroka Weşanê :
Yekîtiya Zanayên Îslamî: "Zilma li ser Kurdên Helebê li dijî Şerîetê ye"

PeyamaKurd – Yekîtiya Zanayên Îslamî ya Kurdistanê, derbarê rewşa krîtîk a taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê yên Helebê daxuyaniyek tund belav kir. Yekîtiyê êrîşên hêzên ser bi Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê ve wekî "zilmeke mezin" pênase kir û ew şermezar kirin.

"Tu têkiliya van êrîşan bi Îslamê re tune ye"

Serokê Yekîtiya Zanayên Îslamî, Abdullah Weysî, di daxuyaniya xwe de destnîşan kir ku kiryarên li dijî sivîlên Kurd ên li Helebê bi tu awayî bi pîroziya dînê Îslamê re nagunce. Weysî got:

Ev êrîş bi tevahî li dijî prensîb û metnên şerîetê ne. Divê cîhan bizanibe ku Kurd li Helebê bi neheqiyeke mezin re rû bi rû ne.

Yekîtiya Zanayên Îslamî bang li hemû aliyên pêwendîdar kir ku li dijî van binpêkirinan dengê xwe bilind bikin:

Navendên Olî yên Sûriyeyê: Divê zanyarên olî yên li Sûriyeyê li hemberî vê zilmê bêdeng nemînin û helwêsteke exlaqî nîşan bidin.

Cîhana Îslamî: Bang li hemû mislimanan hat kirin ku li dijî êrîşên ku sivîlan dikin armanc bisekinin.

Mafên Neteweyî: Hat tekezkirin ku parastina mafên her netewe û civakê erkeke sereke ya îmanî û mirovî ye.

Heleb di bin dorpêçê de ye

Ev daxuyanî di demekê de tê ku taxên Kurdnişîn ên Helebê ji ber bombebarana giran a li ser nexweşxane, dibistan û malên sivîlan di nava krîzeke kûr a mirovî de ne. Yekîtiya Zanayên Îslamî bi vê peyamê xwest balê bikişîne ser wê yekê ku bikaranîna navê dîn an jî siyasetê ji bo pêkanîna komkujiyan, sûcekî mezin ê li dijî mirovahiyê ye.