PeyamaKurd – Berdevkê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Stephane Dujarric, ragihand ku ew raporên derbarê tundûtûjiya etnîkî û talankirina li dijî sivîlên Kurd ên li Sûriyeyê ji nêz ve dişopînin.
Dujarric ev rapor wekî "pir xemgîn" pênase kirin û tekez kir ku parastina hemû welatiyan bêyî cudahî, erka sereke ya desthilatdarên li ser erdê ye.
Dujarric her wiha agahiyên nû derbarê alîkariyên mirovî de parve kirin û eşkere kir ku piştî agirbestê, karwanekî ji 24 kamyonan pêk tê gihîştiye bajarê Kobaniyê.
Ev karwana ku xwarin, derman û pêdiviyên zivistanê hildigire, bi hevkariya saziyên wekî UNICEF, WFP û UNHCRê hat amadekirin. Her wiha hat ragihandin ku du tankerên sotemeniyê ji bo aktîfkirina Stasyona Avê ya Karakozakê hatine şandin da ku kêşeya ava vexwarinê ya li herêmê were çareserkirin.
NYyê ragihand ku ji bo sivîlên dixwazin ji herêmê derkevin korîdorên mirovî hatine vekirin û li Helebê stargehên demkî hatine avakirin.