Parlamentoya Iraqê rûniştina hilbijartina serokkomar li ser daxwaza aliyên Kurdî taloq kir

Dîroka Weşanê :
Parlamentoya Iraqê rûniştina hilbijartina serokkomar li ser daxwaza aliyên Kurdî taloq kir

PeyamaKurd – Parlamentoya Iraqê rûniştina xwe ya ku ji bo hilbijartina serokkomarê nû hatibû plankirin, bi fermî taloq kir.

Ev biryar piştî daxwaza fermî ya her du partiyên sereke yên Kurdistanê, Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) ji aliyê Serokê Parlamentoyê Hîbet Helbûsî ve hat girtin.

Armanca vê bipaşxistinê ew e ku derfet ji bo diyalog û lihevkirineke siyasî di navbera Hewlêr û Silêmaniyê de were çêkirin.

Her çend 19 namzedan erêkirina destûrî wergirtibin jî, pêşbirka sereke di navbera Fuad Husên (namzedê PDK) û Nîzar Amêdî (namzedê YNK) de ye.

Li gorî zanyariyan, Serok Mesûd Barzanî û Bafel Talabanî heta niha li ser namzedekî hevbeş li hev nekirine. Di heman demê de, Çarçoveya Hemahengiya Şîeyan hewl dide navbeynkariyê bike daku hilbijartin di çarçoveya salnameya destûrî de pêk were û nebe sedema valahiya desthilatê.