PeyamaKurd- Serokê Rûsyayê Vladimir Pûtîn li Moskowê bi rayedarên Sûriyeyê re civiya û piştgiriya xwe ya ji bo yekparçeyiya xaka Sûriyeyê ragihand.
Pûtîn destnîşan kir ku ew hemû projeyên bi armanca perçekirina Sûriyeyê red dikin û diyar kir, êrîşên Îsraîlê yên li ser xaka Sûriyeyê, gefeke rasterast li ser aramî û ewlehiya herêmê çêdikin.

Di hevdîtina ku Wezirê Derve yê hikûmeta veguhêz a Sûriyê Esed Şeybanî jî beşdarî kir de, her du aliyan li ser pêşxistina hevkariya leşkerî, nûjenkirina artêşa Sûriyeyê û xurtkirina têkiliyên aborî li hev kir.
Hate diyarkirin ku ji bo jinûve avakirina welêt û geşkirina aboriyê, hemahengiya di navbera Şam û Moskowê de wê dewam bike û her du welat dê li hemberî destwerdanên derve yên li ser karên navxweyî helwesteke hevpar nîşan bidin.