PeyamaKurd – Serokê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn, beriya serdana xwe ya bo Nû Delhîyê, derbarê şerê Ûkraynayê de daxuyaniyên tund dan. Pûtîn diyar kir ku hevdîtinên wî yên dawî bi nûnerên Amerîkî re “pir bikêrhatî” bûne, lê di heman demê de tekez kir ku ew amade ne herêma Donbasê “bi zorê” kontrol bikin.
Pûtîn di hevpeyvîna xwe ya bi televîzyona “India Today”ê re, daxwazên xwe yên axê dubare kirin û vebijarkek da rêveberiya Kîevê:
“Her tişt bi vê ve girêdayî ye: Yan em ê van herêman bi zorê rizgar bikin, yan jî leşkerên Ûkraynayê dê van herêman bihêlin û şer li wir rawestînin.”
Trafîka dîplomatîk a bi Trump re
Ev daxuyaniyên Pûtîn piştî hevdîtina roja Sêşemê ya li Moskowê hatin, ku wî bi nûnerê taybet ê Amerîkayê Stîv Wîtkof (Steve Witkoff) û zavayê Donald Trump, Cared Kuşner (Jared Kushner) re pêk anîbû. Hat zanîn ku şandeya Amerîkî piştî Moskowê, îro li Florîdayê bi danûstandkarê sereke yê Ûkraynayê Rustem Umerov re dicive.
Zelenskî: Desthilata min a axdayînê tune ye
Li hemberî van gefan, Serokê Ûkraynayê Volodîmîr Zelenskî helwesta xwe ya neguhêr parast. Zelenskî destnîşan kir ku “desthilata wî tune ku dev ji axa Ûkraynayê berde” û divê Rûsya ji ber dagirkirina xwe neyê xelatkirin.
Li gorî daneyên dawî, Rûsya niha ji sedî 19.2yê axa Ûkraynayê kontrol dike. Di destê Rûsyayê de hemû herêmên Lûhansk û Nîvgirava Qirimê, ji sedî 80î zêdetirê Donetskê, û beşeke mezin ji Xerson û Zaporîjyayê hene. Herwiha hin beşên herêmên Xarkîv, Sûmî, Mîkolayîv û Dnîproyê jî di bin kontrola wan de ne.