Parlamenterê AK Partiyê: Ez neçûne Îmraliyê

Dîroka Weşanê :
Parlamenterê AK Partiyê: Ez neçûne Îmraliyê

PeyamaKurd- Parlamenterê AK Partiyê Huseyîn Yayman ku endamê komîsyona Meclîsê yê ku biçe serdana Abdullah Ocalan e, îdiayên ku îro çûne Îmraliyê red kir û got, “Ez neçûme giravê, ev agahî ne rast e.” Yayman, diyar kir ku dê serdan di rojên pêş de zelal bibe.

Huseyîn Yayman, ji İlke TV re got ku ew îro neçûye Îmraliyê û nûçeyên derbarê hevdîtina bi Abdullah Ocalan re red kir.

Yayman got, “Ev agahî şaş e. Ez neçûme giravê û nizanim kî çûye. Ev agahî bingeheke wê ya rastiyê nîne. Di rojên pêş de dê diyar bibe.”

Hêjayî gotinê ye, biryar hatiye dayîn ku ji DEM Partî, AK Partî û MHPê 3 endamên komîsyonê biçin Îmraliyê û guhdariya Abdullah Ocalan bikin. Partiya opozîsyona Tirkiyê CHPê jî red kiribû ku serdana Îmraliyê bê kirin.