PeyamaKurd- Rêveberiya Filistînê ya bi serokatiya Mahmud Abbas, bi daxuyaniyeke nivîskî bang li Tevgera Berxwedana Îslamî ya Filistînê (Hemas) kir û xwest berjewendiyên gelê Filistînê li pêşiya her tiştî bigire.
Di daxuyaniya rêveberiya Filistînê de hate gotin ku şert û mercên siyasî û mirovî yên heyî pêwîst e bi têgihiştina yekîtîya neteweyî were çareserkirin. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku li hemberî gefên ku doza Filistînê bi wan re rû bi rû ye, divê hemû alî bi hestyarî û berpirsiyariyê tevbigerin.
Di daxuyaniyê de bal hate kişandin ku gavên ku Hemaz bavêje, rasterast bandorê li ser jiyana rojane ya gelê Filistînê, destkeftiyên siyasî û rewşa navneteweyî ya wan dike. Rêveberiya Filistînê bang kir ku berjewendiyên neteweyî li pêşiya hesabên ferdî an jî rêxistinî were girtin.
Rêveberiya bi serokatiya Mahmud Abbas got ku cûdahiyên navxweyî yên li Filistînê zêde dibin û ev yek xwestekên gelê Filistînê di bin xetereyê de dihêle. Di vê çarçoveyê de, hemû kom û alîgirên Filistînê hatin vexwendin ku li dor helwesteke siyasî ya hevbeş bicivin.
Rêveberiya Filistînê di dawiya daxuyaniyê de diyar kir ku pêvajoyên siyasî û dîplomatîk ên ku bi civaka navneteweyî re tên meşandin, tenê bi peyda bûna yekîtîya navxweyî dikarin bi bandor bibin û hate gotin ku parastina mafên gelê Filistînê tenê bi tevgera hevbeş pêk tê.