Rûsya: 50 hezar Kurd li welatê me dijîn

Dîroka Weşanê :
Rûsya: 50 hezar Kurd li welatê me dijîn

PeyamaKurd – Berdevka Wezareta Derve ya Rûsyayê Marîa Zaxarovayê ragihand ku nêzîkî 50 hezar Kurd li Rûsyayê dijîn û tekez kir ku têkiliyên Moskowê bi serokên Iraq û Herêma Kurdistanê re xurt in.

Di civîneke çapemeniyê de, Zaxarovayê destnîşan kir ku Rûsya dewletek pirrneteweyî ye û Kurd beşek ji vê pirrengiya etnîkî ne. Wê got, "Ez bi xwe gelek ji wan nas dikim ku li welatê me dijîn."

Derbarê têkiliyên dîplomatîk de, Zaxarovayê diyar kir ku Moskow hem bi Bexdayê hem jî bi Hewlêrê re diyalogê didomîne û got, "Me bi serokên welêt re, di nav de rayedarên Iraqî û Kurdan re têkiliyên nêzîk hene."

Di heman civînê de, Zaxarovayê behsa merasîmekê kir ku Serokê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn di 4ê Mijdarê de li Kremlînê, Madalyaya Pûşkîn da civaknas û zanyarê çandî yê navdar ê Kurd Prof. Dr. Reşad Mîran.

Zaxarovayê, Prof. Mîran wekî "yek ji zanyar û civaknasên çandî yên herî navdar li Rûsyayê" bi nav kir û got ku ew "kesayetiyeke bi bandor e ku bi hewldanên xwe yên ji bo belavkirina çand û zimanê Rûsî tê nasîn." Madalyaya Pûşkîn, ku yek ji xelatên dewletê yên herî bi prestîj ên Rûsyayê ye, ji sala 1970yan vir ve ji kesên ku di warên huner, çand û zanistên mirovî de beşdarî çanda Rûsyayê bûne re tê dayîn.

Profesor Dr. Reşad Mîranê ku berê kesayetiyekî tevgera siyasî ya Kurdistanê bû, di axaftina xwe ya di merasîma xelatdayînê de bal kişand ser têkiliyên dîrokî yên di navbera Rûsya û Kurdistanê de. Wî bang li Pûtîn kir ku ji bo dabînkirina materyalên fêrbûna Rûsî piştgiriyekr bêtir bidin Kurdan da ku ew karibin "têkiliyên xwe bi zimanê Rûsî re biparêzin."

Berdevka Wezareta Derve ya Rûsyayê Zaxarovayê bi erênî bersiva vê daxwazê da û diyar kir ku ew dixwazin têkiliyên çandî û mirovî di navbera welatiyên Rûsya û Iraqê de kûrtir bikin.