Tê payîn ku Îsmaîl Besîkcî îro ji nexwesxaneyê derkeve: 'Ew ê li Dîyarbekirê bimîne'

Dîroka Weşanê :
Tê payîn ku Îsmaîl Besîkcî îro ji nexwesxaneyê derkeve: 'Ew ê li Dîyarbekirê bimîne'

PeyamaKurd – Tê payîn ku Dr. Îsmaîl Beşîkcî, ku ji 27ê Îlonê ve li Dîyarbekirê tê dermankirin, sibê ji nexweşxaneyê derkeve.

Dr. Îsmaîl Beşîkcî, civaknas û nivîskarê navdar ku ji hêla Kurdan ve bi navê "Xoceyê Zer" tê nasîn, di 27ê Îlonê de li Festîvala Fîlmên Belgefîlm a 9emîn a FilmAmedê, dema ku di pêşandana belgefîlma xwe ya bi navê "Îsmaîlê me" de diaxivî, ji nişkê ve nexweş ket.

Beşikcî bo Nexweşxaneya Fakulteya Tipê ya Zanîngeha Dîcleyê hat veguhastin û dermankirina xwe didomîne.

Piştî dermankirinê, rewşa Beşîkcî baştir dibe. Tê payîn ku îro (21ê Mijdarê) ji nexweşxaneyê derkeve.