PeyamaKurd- Hêzên Rûsî keştiya Tirk a bi navê ORINDA, ku nêzîkî 4 hezar ton gaza şilkirî (LNG) hilgirtibû û li Lîmana Îzmaîl a li herêma Odesa ya Ukraynayê rawestiyabû kire armanc.
Piştî êrîşa Rûsî, niştecihên gundê Plauru yê Romanyayê ji ber metirsiya teqînê ya keştiya ku agir pê ketibû, hatin tehliyekirin.
Li aliyê din, di encama êrîşa artêşa Rûsyayê ya li ser tesîsa enerjiyê ya li Odesayê ku ya şîrketa enerjiyê ya herî mezin a Ukraynayê DTEK'ê ye, 36 hezar û 500 mal bê elektrîk man.
Rayedaran diyar kir ku bi bikaranîna xetên yedek, dîsa elektrîk ji 4 hezar malî re hatiye dayîn û karê çêkirina 32 hezar û 500 malî wê demeke dirêj bajo.
Ji aliyê rayedarên Tirk û Rûsî ve li ser êrîşa keştiyê ti daxuyaniyeke fermî nehatiye dayîn.