Rûsyayê 1000 termên leşkerên Ukraynî radest kir

Dîroka Weşanê :
Rûsyayê 1000 termên leşkerên Ukraynî radest kir

PeyamaKurd- Navenda Kordînasyona Girtiyên Şer a Ukraynayê ragihand ku wan termên hezar leşkerên di dema şer de jiyana xwe ji dest dabûn, ji Rûsyayê wergirtine.

Navendê diyar kir ku wan termên hezar leşkerên ku di şer de hatine kuştin ji Rûsyayê teslîm girtine û hat gotin: "Îro xebatên ji bo vegerandina termên hezar kesî ku aliyê Rûsyayê îdîa dike yên leşkerên Ukraynî ne, hatin meşandin."

Herwiha hat ragihandin ku xebatên naskirina nasnameyên terman hatine destpêkirin û di daxuyaniyê de ji bo piştgiriya di vê pêvajoyê de spasiya Komîteya Navneteweyî ya Xaça Sor hat kirin.