Yekîtiya Ewrûpayê artêşa Îranê bi “rêxistina terorî” binav kir

Dîroka Weşanê :
Yekîtiya Ewrûpayê artêşa Îranê bi “rêxistina terorî” binav kir

PeyamaKurd – Yekîtiya Ewrûpayê artêşa Îranê ya parastinê bi “rêxistina terorî” bi nav kir. Nûnera bilind ya  pêwendiyên derve ya Yekîtiya Ewrûpayê Kaja Kallas, ragihand ku ev biryar, bo kes an dezgeyên ku weka terorîstan tevbigerin, divê weka terorîst li hemberê wan bên tevgerandin.

Li ser biryara YEyê, wezîrê karên derve yê Îranê Abbas Arakçi di daxwuhyaniya xwe de got:

“Yekîtiya Ewrûpayê bi biryara ku da xetayekî stratejîk kir.”

Di civîna wezîrên karên derve yên welatên endamên Yekîtiya Ewrûpa de, biryara ku bo artêşa Îranê da û ew kir rêxistina terorîstî, bi vê biryarê artêşa Îranê jî xist rêza an ku lîsta rêxistinên El Kaide, Hamas û DEAŞê.

Kaja Kallas, di ser hesabê xwe yê medya civakî Xê de got ku wê zora artêşê bê bersiv nemîne wezîrên karên derve yên YE, artêşa Îranê kiriye lîsta terorê û artêş rêxistina terorêye. Kallas got ku ev gav gavekî biryardariye û dewam kir:

“Her rejîma ku bi hezarî kes ji milletê xwe dikuje, dawiya xwe amade dike.”

Li ser biryarê, seroka komisyona YEyê Ursula von der Leyen jî weha got:

“Ez gelek kêfxweşim ku givaşên nû danîn ser rejîma Îranê û lihevkirina wezîran bi razîmendî qebûl dikim. Diviya ev biryar berê bihata dayîn. Gelek di cîh de ye ku ew rejîma protestoyên xelkê xwe, bi xwînê bifetisîne, jê re bêjin terorîst. Ewrûpa bi xelkê Îranê re ye ku têkoşîna azadiya xwe dide.”