PeyamaKurd- Raportora Taybet a Rewşa Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî (NY) ya Karûbarên Îranê May Sato ragihand ku, ji bo lêkolîn li ser binpêkirin û kuştinkariya dijmirovî ya hêzên ewlekariya Îranê li ser xwepêşanderan komîteyeke taybet tê pêkanîn.
Sato diyar kir ku ji bo derxistina Elî Xamineyî li Dadgeha Tawanan a Navnetewî û peydakirina rastiyên binpêkirinan pêkanîna heyeteke hewce ye.
May Sato ragihand ku “cinayet li dijî mirovahiyê”, binpêkirina berfireh û sîstematîk a mafên mirovî li dijî xelkê sivîl ku kuştin, îşkencekirin û binçavkirinên bêserûber û armancadar li xwe digre.
Sato bi tekezî ragihand ku gelek belge û girtevîdyo li ber dest hene ku didin xuya ku hêzên tepeserker ên rêjîmê bi çekên şer teqeyê li xelkê sivîl dikin, lê bo bi fermînaskirina encamdana kuştinkariyên dijî mirovahiyê, hewcehî bi lêkolîneke serbixwe û hûr heye û qutkirina înternetê, peydakirina rastiyan gelek dijwar kiriye.