Şêx Xezal ji bo Elewiyên Sûriyê banga xwepêşandanan û sîstema federalî kir

Dîroka Weşanê :
Şêx Xezal ji bo Elewiyên Sûriyê banga xwepêşandanan û sîstema federalî kir

PeyamaKurd- Serokê Encûmena Îslamî ya Elewî Şêx Xezal Xezal û Encûmena Siyasî ya Naverast û Rojavayê Sûriyê bang li Elewiyên Sûriyeyê kir ku li dijî êrîşên ser civaka wan derkevin qadan û daxwaza federaliyê bo civaka Elewî biqîrin.

Şêx Xezal, di daxuyaniyê de tawanên li dijî elewiyan weke qirkirina sîstematîk bi navkir û got: “Li seranserî Sûriyê gelê Elewî li ser nasnameyê tên kuştin. Kuştin li ber çavê hemû cîhanê tê kirin, li gel wê malê wan tê wêrankirin û talankirin.”

Şêx Xezal got ku bûyerên li dijî Elewiyan pêk tên ne tiştekî demkî ye, lê armanca wê tunekirina civaka Elewî ye û ew şerekî navxweyî li Sûriyê naxwzin.

Şêx Xezal got, ji bo mafê rewa yê fedarliyê û parastina ji komkujiyan sibe ango îro Yekşemê ji seet 12ê piştî nîvro heta seet 5an bi awayekî aştiyane dakevin qadan.

Li aliyê din Encûmena Siyasî ya Naverast û Rojavayê Sûriyê jî banga xwepêşendanan kir û xwest ku bi durişmeyên “Azadî ji bo girtiyan”, “Fedralî maf misoger dike”, “Na ji revandin û guhertina demografî re” bi girseyî dakevin qadan.

Herwiha hişyarî bo Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê hate dayîn ku çi tawan an êrîş li dijî xwepêşandanan pêk werin, ew ê berpirs bin.