PeyamaKurd- Rojnameya El Exbar, li ser rageşiya li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê ku Kurd li wan dijîn nivîsî û bal kişand ser serdana şanda bilind a Tirkiyê bo Şamê ku hevdem ew bûyer pêk hatin.
Rojnameyê bi bîr xist ku ev rageşî di dema serdana şanda bilind a Tirk a bi serokatiya wezîrê derve Hakan Fîdan a li Şamê çêbû.
Hate diyarkirin ku pevçûnên li her du taxan, nîşana aloziyeke siyasî û ewlehî ye ku aliyê meydanî derbas dike.
Rojnameyê destnîşan kir ku rageşî di dema civîna li koşka serokatiyê ya li Şamê ya di navbera serokê hikumeta veguhêz Ehmed El Şera û wezîrê derve Esed El Şeybanî ya bi wezîrê derve, wezîrê parastinê û serokê îstîxbrata Tirk re rû daye.