Ji bo 14 bajarên Bakurê Kurdistanê hişyariya berf û seqemê

Dîroka Weşanê :
Ji bo 14 bajarên Bakurê Kurdistanê hişyariya berf û seqemê

PeyamaKurd- Saziya Giştî ya Meteorolojiyê ji bo gelek bajarên bakurê Kurdistanê hişyariya barîna berfa zêde da û xwest welatî bê tedbîr tevnegerin.

Meteorolojiyê, rapora xwe ya rewşa hewayî ya rojane eşkere kir û ragihand, bandora hewaya sar wê di hefteya peş de jî bidome û li hinek herêman mê qalindiya berfê bigihîje metroyekê.

Ji bo bajarên Agirî, Erzirom, Colemêrg, Qers, Mûş, Wan, Şirnex û Erdexanê bi kodên zer û pirteqalî hişyariya berfa zêde hate dayîn.

Li aliyê din Wezareta Navxwe ya Tirkiyeyê jî ragihand ku ew li bendê ne li deverên bilind ên Erzîngan, Xarpêt, Dêrsim, Erzirom, Erdexan, Îdir, Agirî, Qers, Wan, Çewlig, Bedlis, Mûş, Colemêrg û Şirnexê berfeke zêde bibare

Wezaretê got ku dê li deverên Pasûr, Lice, Qerejdax ên Diyarbekirê û li devera Hezo û Sasonê yên Batmanê û li bakur û rojhilatê Sêrtê berf bibare. Wezaretê, li dijî qeşagirtina otorêyan û sermayê gel hişyar kir û xwest tedbîrên xwe wergirin.