PeyamaKurd – Serfermandarê Giştî yê Rûsyayê Valery Gerasimov ragihand ku artêşa Rûsyayê bajarê Kupyansk li herêma Kharkiv a Ukraynayê bi dest xistye.
Di daxuyaniyek nivîskî de ku ji hêla Qesra Kremlinê ve hatî weşandin, hate ragihandin ku Serokê Rûsyayê Vladimir Putin serdana baregeheke fermandariyê ya yekîneya leşkerî ya "Rojavayî" kir ku beşdarî şerê li Ukraynayê bûye.
Putin li wir axivî û got, "Ji Adara sala borî ve, serokatiya siyasî ya Ukraynayê bûye komeke sûcên rêxistinkirî ku desthilatdariyê desteser kiriye û bi hinceta berdewamiya şerê bi Rûsyayê re vê desthilatdariyê ji bo dewlemendkirina şexsî digire."
Putin tekez kir ku artêşa Rûsyayê dê erkê xwe bi cih bîne û got, "Gelê Rûsyayê baweriya xwe bi me tîne û li bendê ye ku welat encamên pêwîst bi dest bixe."
Putin di derbarê biryarên tayînkirinê yên di nav artêşa Rûsyayê de got ku Alexander Sanchik, fermandarê Koma Leşkerî ya Başûr, wekî Cîgirê Wezîrê Parastinê hatiye tayînkirin û serokê erkanê yê yekîneyê, Sergey Medvedev, wekî fermandarê Koma Leşkerî ya Başûr hatiye tayînkirin.
Serfermandarê Giştî yê Rûsyayê, Gerasimov diyar kir ku wan %80ê bajarê Volchansk li herêma Kharkiv û %70ê bajarê Krasnoarmeysk (Pokrovsk) kontrol kirine û got, "Leşkerên Rojavayî bajarê Kupyansk rizgar kirine.
"Berpirsên din ên leşkerî yên ku beşdarî civînê bûn jî axivîn û ragihandin ku artêşa Rûsyayê wargehên Yampol û Maslikovka girtine.