Serok Barzanî: Divê hemû alî ji sasiyên borî dersan werbigirin û pistgiriyê bidin astiyê

Dîroka Weşanê :
Serok Barzanî: Divê hemû alî ji sasiyên borî dersan werbigirin û pistgiriyê bidin astiyê

PeyamaKurd – Serok Mesûd Barzanî, ji bo "Konferansa Aştî û Civaka Demokratîk a Navneteweyî" ku îro (6ê Kanûna Pêşîn) li Stenbolê ji aliyê Partiya DEMê ve tê lidarxistin, peyameke taybet şand. Serok Barzanî di peyama xwe de piştgiriya xwe ya temam ji bo pêvajoya nû ya aştiyê li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê ragihand.

Li Stenbolê îro konferansa ku ji aliyê DEM Partiyê ve hatiye organîzekirin dest pê kir. Peyama Serok Barzanî ji aliyê Nûnera Serok Barzanî û Endama Polîtburoya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Emîne Zîkrî ve hat xwendin.

Serok Barzanî di peyama xwe de bal kişand ser qonaxa hestiyar a herêmê û tekez kir ku "Her dem diyalog û lihevkirin ji şer û aloziyan çêtir e".

Peyama Serok Barzanî bi vî awayî ye:

Rêzdar Hevserokên DEM Partiyê,

Rêzdar Endamên Konferansa Aştî û Civaka Demokratîk a Navneteweyî,

Amadebûyên hêja,

Rojbaş û silaveke germ li we hemûyan be.

Di destpêkê de dixwazim spas û destxweşiya xwe arasteyî organîzatorên vê konferansê bikim. Ez hêvîdar im ku encam û raspardeyên Konferansa Aştî û Civaka Demokratîk a Navneteweyî, xizmeta pêvajoya aştî û çareserkirina pirsgirêkan û pêdiviyên serdem û qonaxa nû bike.
Rêzdarno,

Devera me û hemû cîhan di qonaxeke hestiyar re derbas dibe. Hemû nîşane diyar dikin ku destpêkeke nû heye, ku dikare tijî astengî be, an jî dikare tijî derfetên nû be ji bo aramî, ewlehî û jiyaneke serbilind û birûmet û aştiyane ji bo gelên deverê.

Pêwîst e hemû alî dersê ji şaşiyên serdemên borî werbigirin û bi bêhnek nû û nêrîneke zelal û tijî bawerî û hêvî ve, tevgerê ligel hemû astengî û pêşhatên nû bikin.

Her dem diyalog û lihevkirin ji şer û aloziyan çêtir e û di gotûbêj û aştiyê de mirovahî sûdmend dibe.

Rêzdarno...

Ez bi dil û can destxweşiyê li hikûmeta Tirkiyê, birêz Erdogan û birêz Ocalan û hemû wan rêzdaran dikim ku derfet ji bo proseya aştî, çareserî û danûstandinan avakirin.

Ji aliyê xwe ve, ez piştgiriya her hewldanekê dikim ku xizmeta proseya aştiyê û bihêzbûna birayetî û pêkvejiyana gelên devera me bike.

Hêviya serkeftinê ji bo we hemûyan dixwazim, di xweşî û xêrê de bimînin.”